Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alozîyên Navbera Tirkîyê û Avustruya Zêde Dibe


Nîşana destan ya Gurên Boz ya komek neteweperest ya Tirk. (Arşîv)
Nîşana destan ya Gurên Boz ya komek neteweperest ya Tirk. (Arşîv)

Avusturya îro Duşemê soz da ku dê kesên li paş pevçûnên di navbera xwepêşanderên Kurd û Tirk de ya li paytexta Avusturya pêk hatibû tespît bike.

Wezareta Karê Derve yê Tirkîyê bi daxuyaniyeke rêvebirina Avusturya ya xwepêşandanan bi tundî rexne kir û got ku ew ji hêla komên ku girêdayî milîtanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) hatine lidarxistin.

Di daxuyanîyê de, hêzên ewlehîya Avusturyayî bo ku bertekên tund nîşan dane xwepêşanderên Tirk têne tawanbar kirin.

"Balyozê Avusturyayê li Enqere dê were gazî kirin û di derbarê fîkarên me de were agahdar kirin,” Tirkîyê got.

Wezareta Derve ya Avusturya dawîya hefteyê de ragihand ku ewê jî roja Duşemê bang li balyozê Tirkîyê bike.

Li gor ragihandina polîsan, bûyer Çarşema borî dema Tirkan êrîşî kombûnek Kurdan ya li Viyanayê kirine, pêk hatiye.

Polîs dibêjin ku xwepêşandanên Kurd roja Pêncşem û roja Înê bi qasî 300 kesan bi xwepêşandanên Tirk re ketine pevçûnan û kevir, fîşekên esmanî hatine avêtin û çoyên metal hatine bikar anîn.

Wezîrê Karê Navxwe yê Avustrurya Karl Nehammer di preskonferansekê de ragihand ku her du alîyan jî êrîşî polîsan kiriye.

"Bi ti awayî nayê qabûl kirin ku pevçûnên Tirkîyê li ser axa Avusturya were meşandin. Emê bi baldarî binêrin ka kî li paş van xwepêşandanên dawî de hebû. Heke derkeve holê ku komên Tirk li gor fermanên Enqereyê dibin sedema ne aramî ya li Avusturya, ew yek dê neyê qabûl kirin."

Hewwiha wezîr Nehammer bal kişand ku hinek xwepêşanderên Tirk jibo karanîna nîşanek destan ya qedexekirî ya têkildarî Gurên Boz ya komek neteweperest ya Tirk, ji hêla polîsan ve bi diravî hatine ceza kirin.

Li Avusturya hejmareke mezin ya civata Tirk heye, lê serokwezîr Sebastian Kurz rexnegirekî eşkere yê Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan e.

XS
SM
MD
LG