Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hîndistanê 700 Hezar Pêketinên Nû yên Korona Tê Ragihandin


Li gor pêzanînên herî dawî, Hîndistanê bi 700,000 bûyerên nû yên pêketina vîrusa koronayê Rûsya derbaz kiriye û li cîhanê bûye welatê sêyan ku herî zêde bûyer derxetine holê.

Pispor hişyarî didin ku ti nîşan tuneye ku li Hîndistanê rêjeya belavbûna vîrusê kêm dibe.

Wezareta Saxlemîyê îro Duşemê ragihand ku di 24 demjimêran dawî de pirtir ji 23,000 bûyerên nû hatine tomar kirin ku ji hejmara roja Yekşemê ya 25,000 hinek kêmtir e.

Li Hîndistanê ji destpêka tomarkirina mirina yekê ya jiber vîrusê ya di meha Rêbendanê vir ve dora 20,000 kes jîyanên xwe hinda kirine.

Niha Hîndistan li cîhanê piştî Amerîka û Brezîlyayê welatê sêyan e ku ji korona herî xirab bandor dîtiye.

Hejmera bûyerên Hîndistanê heşt caran ji hejmera bûyerên Çînê zêdetir e ku nifûsa her du welatan nêzî hev in.

Herwiha karbidestên roja Yekşemê ragihandibû ku piştî zêdebûna bûyerên vîrusa korona, jinûve vekirina Tac Mahal hatiye betal kirin.

Tac Mahal herema herî navdar ya turîstîk e, li bajarê Agra ye ku li 200 km rojhilata paytext New Delhî cîh digire.

XS
SM
MD
LG