Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Lubnanê Pêketîyên COVID-19 Jinûve Zêde Dibe


Virus Outbreak Lebanon
Virus Outbreak Lebanon

Li Lubnanê hejmara pêketinin rojane yên korona bi awayekî rekorî bilind dibin û di nav 24 saetên dawî de 100 bûyerên tûşbûnê hatine tomar kirin.

Wezîrê Saxlemîyê Hamad Hesen îro Yekşemê got ku zêdetirî 100 bûyerên pêketina korona hatine tomar kirin, ku piranî xebatkarên kampanîyek mezin ya paqijkirinê ne.

Wî got ku destnîşankirina kompanîya RAMCO ku li seranserê Lubnanê berhevkirina gileşan dike, bi armanca rehetkirina dilê hemwelatîyan hate kirin.

”Divê gel bizane ku çavkanîya derketina belavbûna korona tê zanîn û % 75 ji bûyeran tomarkirî de nîşaneyên nexweşîyê tunene.”

Berpirsekî kompanîya RAMCO ya paqijkirina gileşan îro Yekşemê ragihandibû ku 133 xebatkarên wê yên Sûrî bi korona ketine û ew niha din bin karantînê de ne.

Hesen bal kişand kir ku 800 karkerên kompanîyê ku rewşên wan ne zelal e, pêwîst e ku testên nexweşîyê çêkin.

Lubnan ji meha Sibatê vir ve pirtir ji 2,000 bûyerên vîrusa korona û 36 mirinên bi sedema heman vîrusê ragihandine.

XS
SM
MD
LG