Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Brîtanya Pisîkek bi COVID-19 Ketiye


Wezareta jîngehê ya Brîtanî îro Duşemê ragihand ku testa vîrusa korona ya pisîkekî ku dibe sedema nexweşîya COVID-19 erenî derketiye.

Ev li Brîtanya bo heywanekî bûyera yekê ya piştrastkirî ye.

Wezaretê got ku hemî delîlên heyî dîyar dikin ku pisîk vîrusa korona ji xwedîyê xwe girtiye û testên wan yên her duyan jî erênî derketine.

Wezaretê da zanîn ku hem pisîk û hem jî xwedîyê wî bi tevahî baş bûne û ti nexweşî derbazî heywanên din yan jî mirovên din yên li malê nebûye.

Yvonne Doyle, berpirsa bijîşkî ya Rêvebirîya Saxlemîya Giştî ya Brîtanya got ku ev li Brîtanya bûyera yekê ye ku pisîkek malê bi nexweşîya COVID-19 ketiye.

"Lêpirsîna ser vê bûyerê dîyar dike ku vîrus ji mirovan derbazî ajalan bûye û ne bi rengekî din," Doyle got.

Hikûmetê ragihand ku nexweşî roja Çarşemê bi testên laboratuaran hatiye piştrast kirin û ti delîl tune ku pisîk dikarin vîrusê veguhezînin mirovan.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku pisîk ew cûre lawiran in ku dikarin bi vîrusa SARS-CoV-2 bikevin û ew dikarin wê vîrusê derbazî pisîkên din bikin.

"Testên ku ji hêla Ajansa Saxlemî ya Heywan û Nebatan ve hatine çêkirin, piştrast kiriye ku vîrûsa korona, ku dibe sedema nexweşîya COVID-19, li canê pisîkekî hatiye dîtin,” berpirsa karên veterînerîyê Christine Middlemiss got.

XS
SM
MD
LG