Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsê Polîsên Tucson jiber Mirina Kesekî Latînî Karvekişîna Xwe Dide


Chris Magnus, berpirsê polîsên Tucson, Arizona îro Çarşemê karvekişîna xwe pêşkêş kir, piştî ku wî vîdyoyek weşand ku mirina zilamekî Latînî nîşan dide.

Polîsan destê wî kesî kelepçe kirine, li ser erdê dirêj kirine ku zilam dibêje ku "ew nikari bêhna xwe bigire".

Magnus di preskonferansekê de de ragihand ku Carlos Ingram-Lopezê 27 salî, di 21'ê Nîsanê de miri ye, polîsan ew bi qasî 12 deqîqeyan ser dev û rû, destên wi piştre bi kelepçekirî hiştine.

Vîdyo nîşan dide ku Ingram-Lopez por caran avê dixwaze, diqirî, dinale û bi zorê nefesê dikşîne, heya ku di dawîyê de ew bêdeng dimîne.

Li gor ragihandina Magnus, sê polîsan jiber bûyerê kar berdan û di encama lêpirsînekê de hatiye dîtin ku di dema bûyerê de gelek binpêkirin pêk hatiye.

Magnis herwiha da zanîn ku wî kar vekişandina xwe pêşkêş kiriye, lê çavkanîyekî got ku rêvebirê bajarê Tucson hîn kar vekişandina Magnus qebûl nekiriye.

Vîdyo piştî xwepêşandanên ku daxwaza jinûve rexistinkirina sazîya polîsan û rewestandina kuştina mirovên bê çek yên bi çermê rengîn ya ji hela polîsan dihat kirin, hat weşandin. Xwepêşandan bi kuştina George Floyd di dema desteserkirina polîsan ve li Minneapolis di 25'ê Gulanê de, destpê kir.

Li gor raporta Lêpirsînerên Nexweşxaneya Bijîşkî ya Pima yê polîsan ragihandiye ku Ingram-Lopez jiber krîza dil û jehrdana kokaînê mirîye.

Ingram-Lopez du roj berê ya ji bûyerê tundîtujîya malbatî pêk anîbû. Hevjîna wî şeva 21'ê Nîsanê dora 1'ê şevê telefonê polîsan kiribû û ji wan re gotibû ku ew "serxweş e û diqîre," Magnus ji rojnamevanan re got.

Wî herwiha ragihand ku Ingram-Lopez gava hatiye desteserkirin bi "şêwezek pir şaş" tevgerîya ye û polîsan destên wî li garajê malê kelepçe kirine. Piştî ku ew bê bêhn maye polîsan bi karanîna CPR-ê û Narcan hewil dane ku wî zindî bikin.

XS
SM
MD
LG