Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksîyonên Derbarê Êrîşa Esmanî ya Ser Kobanê Çi Ne?


Tirkîyê jiber êrişek dronî ya li Kobanê ya 23'ê Hezîranê ku sê jin hatin kuştin, tê şermezar û rexne kirin.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jibo malbatên 3 jinên ku di encama êrişa esmanî ya li Kobanê hatine kuştin, xemgînîya xwe dîyar kir, lê navê Tirkîyê destnîşan nekir.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Morgan Ortagus êriş şermezar kir, lê di heman demê de wê jî Tirkîyê bi nav nekir.

Washington dibêje ku berdewamkirina tundûtûjîyê hêvîya jibo çareserîya pevçûnêk bi vî rengî asteng dike.

Ankara jibo binpekirina vê agirbestê bi rêya êrişa dronê ve tê tawanbar kirin. Li gor hin raportan, dagirkirina Tirkîyê ya bakurê Sûrîyê bûye sedema kaos û nearamî yê û herwiha bûye piştgirîya komên tund.

Di bîrnameyek ya karbidestekî Amerîkî ya di Cotmeha borî de, dema ku Tirkîyê piştî hêzên Amerîkî tehdît kir û êrişî Sûrîyê kir, komên bi piştgirîya Ankara yê jiber komkujî ya etnîkî tên tawanbar kirin.

Cîgirê serokê USCIRF Nadine Maenza jî êrîş li ser Twitterê şermezar kir:

"Tirkîye agirbestê (dîsa) bi êrişa dronî ya kuştina 3 jinen ku endamên tevgera jinan ya Kongra Star bûn, binpe dike. Di rûniştina Kongreya USCIRF ya 10ê Hezîranê de, me hişyarî dabû ku dibe Kobanê bibe armanc bo êrîşek din ya li dijî bakurê Sûrîyê. "

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî:

Tirkîyê binpekirina hiqûqa navneteweyî didomîne û peymanên 17'ê Cotmehê û 22'ê Cotmehê binpê dike, ku ew peyman bi garantîya Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence û Serokê Rûsya Vladîmîr Pûtîn pêk hat. Ev peyman rawestandina êrişên dewleta Tirk yên li ser herêma me, merc dike."

Di çarçoveya peymanên Cotmehê û hiqûqa navneteweyî de sekinandina êrişên Tirkîyê û komkujî ya etnîkî karubar û berpirsyarîya Amerîka û Rûsya ye. Ev binpêkirina herî dawî ya mafên mirovan e ku ji hêla Tirkîyê ve li Sûrîyê pêk hatîye.

Berê jî navê Tirkîyê eşkere bû ku komên tundrê yên bi piştgirîya Tirkîyê li Efrînê jinan direvînin û wan dikin girtîgehên veşartî.

Berîya salvegera pêncan ya komkujîya sala 2015'an ku 271 jin, zarok, pir û kal hatin kuştin, kiştina aktîvîstên jin, êrişa li ser sivîlên li gundê Helincê û Kobanê berdewamîya sîyaseta komkujîyên dijî Kurdan e."

XS
SM
MD
LG