Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

200 Zanist Bang li WHO Kirin Da Ku Belavbûna Korona bi Rêka Hewayê Bipejirîne


who logo
who logo

Zêdetirî 200 zanyar bang li Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) û rexistinên din kirin ku belavbûna vîrusa korona ya bi rêka hewayê were qebûl kirin.

Ev pêzanîn dikare tedbîrên an niha bo rawestandina pandemîyê heyî, biguherîne.

Di nameyekê ku di vê heftêyê di kovara “Clinical Infectious Diseases“ de hate weşandin, du zanistên ji Avusturalya û Amerîka nivîsîne ku lêkolînan derxistîye holê ku "ramana ku vîrus dema ku bi rêya axiftinê û kuxikê derbazê hewayê dibe wekî dilopên pir piçûk dikare li hewayê bimîne bilî gumanek guncaw, rast e."

Ev tê wate ya ku dibe mirovên di cîhên hundurîn de ji berê pirtir di bin xetereyek mezin de bin.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ev demeke direje dibêje ku COVID-19 dema ku mirov dikuxikin an jî dema dipişkin wekî dilopên mezin dikevin erdê û vê rêkê belav dibe.

Herwiha îhtîmala belavbûna bi rêya hewayê ji bilî hinek şertên taybet red kir.

XS
SM
MD
LG