Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sedan Leşkerên Afganî Bi Dehan Firokan Berbazî Ozbekistanê Dibin


Dîmeneke leşkerên Afganî (Arşîv)

Ofîsa serdozgerîyê ya Ozbekistanê îro Duşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku bi sedan leşkerên Afganî di dawîya hefteya borî de, bi 22 balafirên leşkerî û 24 helîkopteran revîyane Ozbekistanê.

Di daxuyanîyê de, hat dîyar kirin ku bi tevahî 585 leşkerên Afganî bi balafiran hatine û her wiha 158 leşkerên din jî roja Yekşemê bi peyade ji sînor derbaz bûne.

Her wiha, serdozgerîyê dest nîşan kir ku di nava 22 balafiran de yek balafira ku bi firokek şer ya Ozbekî re li hev ket û her du jî ketine.

Wezareta berevanîyê ya Ozbekistanê pêştir gotibû ku firokek leşkerî ya Afganî piştî ku ji sînor derbaz bû, hatiye xistin û piştre ketiye.

XS
SM
MD
LG