Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel got ku hemwelatîyên Tirkîyê derî li peyvajoyeke nû ya sîyasî vekirine.
Ozel dîyar kir ku encamên pêşîn yên hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê nîşan didin ku ‘’Tifaqa Tirkîyê’’ bi ser ketiye.
‘’Ez di serî de spasîya bajarvanên Stenbol, Enqere, Mersîn, Edene û Antalya dikim. Wan nîşan daye ku CHP dikare bajarvanîyê bi awayekî rind bike û ew bajarvan mîmarên vê serketinê ne.’’
Wî dîyar kir ku hilbijêrên Tirkîyê nîşan dane ku divê bajarvanî çawa werin bi rêve birin û neyên bi rêve birin.
Ajansa Anadolu radigihîne ku 55 ji sedê sindoqan vebûne û li gor wan sindoqan CHP 37 ji sedê dengan û AKP ji 36 ji sedê dengan sitandiye.
CHP li Enqere û Stenbolê sala 2019’an bi ser ketibû û li wan bajarên mezin yên Tirkîyê dawî li desthilata AKP û pêşengên wê yên 25 salan anîbû.