Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ozel: Derîyên Bajarvanîyên CHP'ê ji Hemî Hemwelatîyan re Vekirî Ne


Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel got ku derîyên bajarvanîyan wan jibo hemî hemwelatîyan vekirî ne.

Ozel dîyar kir ku bajarvanên CHP’yî fikrên sîyasî yên hemwelatîyan çi be jî li gor qanûn û wijdan û berpirsîyan mecbûr in ku xizmetê bikin.

‘’Êdî ji kîjan partîyê bin jî, ji kîjan fikrên sîyasî bin jî, derîyên bajarvanîyên me jibo hemî hemwelatîyan li ser piştê ne. Hema çi kêşe hebe, em hene, em hazir in.’’

Wî got ku divê alîgirên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) jiber encamên hilbijartinên 31’ê Adarê xwe têkçûyî û tênemayî hîs nekin.

Ozel dîyar kir ku serokên wan yên li bajaran jibo hemî alîyên sîyasî nûnerên fermî yên CHP’ê ne.

CHP di hilbijartinên herêmî de li gor encamên ne fermî 37,77 ji sedê dengan sitand û piştî pirtir ji 20 salan ya bi desthilata AKP’ê bû partîya yekê ya Tirkîyê.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê got ku divê alîgirên wan xwe reşbîn hîs nekin û bi bîr xist ku ew ji avabûna AKP’ê vir ve di 17 hilbijartinan de bi ser ketine.

Erdogan dîyar kir ku ew ser encamên hilbijartinan danûstandinan dikin û got ku ewê di rojên pêş de ser hemî hûrgilîyan analîzan bikin.

Jêder: ANKA

XS
SM
MD
LG