Breaking News

Ozel ser Helwesta Yenî Partî Dibêje AKP ji Demokrasîyê Veçerixîye

Serokê Partîya Nû (Yenî Partî) li Tirkîyê Ozgur Ozel îro Înê careke din dîyar kir ku ewê beşdarîyê li Komîsyona Şopandinê ya pêvajoya aştîyê nekin.

Ozel got ji ber ku desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û serokomarê welêt Recep Tayyîp Erdogan li ser sozên xwe nasekinin û gavên demokratîkbûnê navêjin, wan biryareke wisa daye.

"Em ji gotina ser aştîyê veneçerixîn. Em dibêjin bila dayik negirîn û em ji vê gotinê jî tek gavekê paşve venekişîyane. Lê AKP ji demokrasîyê veçerixîye,’’ Ozel got.

Wî dîyar kir ku ewê nebin parçeyên planên Erdogan û got bila ti kes wan venexwîne ber wî.

Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) ser biryara Yenî Partîyê ya bo Komîsyona Şopandinê bang li wê partîyê kiribû ku jinûve ser qirara xwe bifikire.

Ozel ser banga DEM Partî ya wek partîya Kurdan tê zanîn, got Kurd dizanin ku kî hevserokên wan diavêje girtîgehan û bi qeyuman dest datîne ser şaredarîyan.

Bi berdewamî Ozel dîyar kir ku ew neketine endîşeyan û got Kurd bi awayekî pir baş mafdar û neheqan ji hev derdixin.

Serokê Partîya Nû ew gotin piştî Serokê Partîya Zaferê Umît Ozdag di preskonferansekê de kirin.

Ozdag dîyar kir ku ew helwesta Yenî Partîyê pîroz dikin û got vekişîna ji prosesê bo wan pir nirxdar e.

Ji partîyên meclîsa Tirkîyê, heta niha Yenî Partî û Îyî Partî (Partîya Baş) gotiye ku ewê beşdarî Komîsyona Şopandinê nebin.

Malpera Rojnameya Yeni Yaşamê, ku nêzî DEM Partîyê ye, ser helwessta Yenî Partîyê şîroveyek weşand.

Analîza bi îmzeya Huseyin Kalkan navê wê ‘"Pêvajoya Îyî ya Yenî Partîyê’" ye dibêje "Yenî Partî, li şûna ku ber bi Kurdan û hêzên demokrasîyê ve here berê xwe daye Îyî Partî û Partîya Zaferê."

Îyî Partî û Partîya Zaferê wek partîyên netewperestên Tirk tên zanîn.

XS
SM
MD
LG