Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hayrî Demîr: Ozgur Gundem Doh Hat Girtin Îro Hat Weşandin Û Sibê Dê Berdewam Be


Rojnama Ozgur Gundem ya ku, ji sala 1992an dest bi weşana xwe kir û rojnameke nêzîkî kurdan li Tirkiyê tê dîtin, doh bi biryara dadgeheke bajarê Stenbulê bi tawana têkiliya wê bi Partiya Karkerên Kurdistsan (PKK) re hat girtin, piraniya karmend û rojnamevan tevî sernivîskarê rojnamê Zana Kaya hatin girtin.

Dengê Amerîka ser girtina rojnama Ozgur Gundemê, hevpeyvînek li gel rojnamevanê Ajansa Nûçeyên Dicelyê (DHA) Hayrî Demîr encam da.

Birêz Demir da zanîn ku biryara girtina rojnama Ozgur Gundemê ne biryarek hiquqî ye ew biryarek siyasî ye, herwiha da zanîn ku piştî biryara girtina rojnamê hat dan jî, lê dîsan rojname bi alîkariya ofîsên çend rojnamên din, çend malper hatin weşandin û daneyek li ser dîwarê rojnama Ozgur Gundemê ya ku hatî qedexkirin û mohra sor hatî lêxistin, hat daliqandin.

Demir herwiha got, rojnamevan dê berdewam bin liser weşana rojnamê û jiber ku ev êrîşên liser rojnamê ne tiştek nûye wî got " sala 1993an heman rojnama Ozgur Gundem rastî êrîşeke bomebyî hat bû û rojnamevanek hat bû birîndar kirin". Lê dîsan rojname ne rawestiya û berdewam bû, weke rojnamevan Hayrî Demir dibêje.

Hevpeyvîn li gel Rojnamevan Hayrî Demir
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:42 0:00

XS
SM
MD
LG