Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Nû ya Ozgur Ozel û Çarenûsa Opozisyona Tirkîyê

CHP Genel Başkanı Özgür Özel
CHP Genel Başkanı Özgür Özel

Ragihandina serokê berê yê Partîya Komarî ya Gel(CHP) Ozgur Ozel ku ji partîya xwe vediqete û partîyeke nû ya siyasî ava dike, di nava opozîsyona Tirkîyê de tevgera rêxistineke nû daye destpêkirin.

Ozel biryara damezrandina partîyeke nû, doh Sêşemê di axaftinekê de li komcivîna partîya xwe ya heftane ya li parlemana Tirkîyê dîyar kir.

Ozel veqetîna xwe ji CHP’ê û damezrandina partîyeke nû wekî "xalek werçerxanê ya dîrokî" pênase kir.

Gava Ozel piştî bûyereke girîng pêk hat, dadgeheke Tirkîyê di Gulanê de kongreya CHP'ê ya 2023’an, ku Ozel wekî serokê partîyê hilbijartibû, bi îdiaya bêserûberîyan betal kir û li şûna wî, Kemal Kiliçdaroglu serokê berê yê CHP erkdar kir.

Ozel û rexnegiran ew biryar mîna "derbeyek" siyasî pênase kirin, û ev nezî 3 mehan bû ku bi serdanên dadwerî û bi çalakîyên girseyî yên li kolana daxwaza pêdaçûna erkdarkirina Kiliçdaroglu dikirin.

Lê, hikûmet van îdiayan bi dubarekî bred dike û dibêje ku dadwerîya Tirkîyê serbixwe ye.

Jimara dawî ya qanûndanêrên ku wê tevlî partîya Ozel – Partîya Nû- bibin hîn ne dîyar e.

Ozel îro li ser hesaba X’ê yê partîya xwe. Partîya Nû peyameke weşand û di bangeke bo tevahîya dengderan de got ku “Cudahîyên me dewlemendîya me ne, û siberoja me ya hevbeş hêza me ya herî mezin e.”

Wî herwiha anî ziman ku ew û hevkarên wî li Partîya NÛ “dijî her daxuyanîya cudakar bi yekîtîyê û dijî neyînîyê jî bi hêvîyeke bêdawî disekinin”

“Emê bi hev re siberojek dadmend ava bikin ku her welatîyek xwe ewle û bi qîmet hîs bike,” wî got.

Li gor ragihandina qanûndanêr Yuksel Taşkın ku pîtgirê Ozel e, 94 qanûndanêr amade ne ku ji CHP’ê derazî Partîya Nû ya Ozel bibin.

Ger ev jimar were piştrastkirin, partîya Ozel wê bibe duyemîn koma herî mezin ya parlemana Tirkîyê û wê wekî partîya sereke ya opozîsyonê cîhe CHP'ê ya Kilicdaroglu bigire.

Ji alîyê din ve, jimara şaredarên ku wş derbazî partîya nû bibin, hîn ne dîyar e, wek mînak hin şaredaran bêyî ku soz bidin ku wê ji CHP’ê veqetin, jibo Ozel piştgirîya siyasî radigînin. Lê, yên wek şaredarê Edenê Zeydan Karalar dibêjin we li CHp’ê bimînin, dema ku şaredarê Enqerê Mansur Yavaş hîn biryarek eşkere nekirîye.

Li gor ragihandinên Medya Tirkîyê. Kemal Kiliçdaroglu li ser pirsan, bi baldarî bersîv daye û wîha gotîye:

"Emê dijî opozîsyonê, opozîsyonê nekin," li gor Sozcu TV, wî gotîye.

Ev parçebûna di nava CHP’de dikare hem opozîsyona Tirk û hem jî ya bi pêşengîya Kurdan jinûve bide şikilkirin, li gor şopînerên siyasî.

Ger Ozel piranîya parlemanter, şaredar û dengdêrên CHP’ê yên niha bikşîne cem xwe, jibo hevbendîyeke nû ya hêzên siyasî yên laîk, demokratîk û Kurd, e partiya wî dikare bibe navendeke nû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG