Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termê Karkerê Kurd yê Kuştî Ozkan Tokay li Wanê Hat Veşartin


Karkerê Kurd Ozkan Tokay, ku li Afyonê di encama êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin, li bajarokê Erdîşa Wanê hat veşartin.

Malbata Tokay termê kurê xwe ji Afyonê û bi rêya firokê anî Wanê û li goristana taxa Eganîsa bajarokê Erdîşê binax kir.

Parlamanterên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), walî û qayumê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez û hejmareke rûnişvanan beştarî merasîma Tokay bûn. Lê hêzên ewlekarîyê beştarbûna parlamanter û rojnamevanan asteng kir.

Bavê Ozkan, Mehmet Tokay got ku kurê wî di encama gulebarandinê de hatiye kuştin.

“Dema zarokên min di çêkirina avahîyekê de dixebitîn, toz çûye ser alîyê avahîya malbatekê û ew malbat jî bi çekan êrîşî zarokên min dikin. Di encama êrîşê de lawê min Ozkan Tokay hatiye kuştin.”

Mehmet Tokay dîyar kir ku kurê wî bi sedema tozê nehatiye kuştin, lê ew jiber Kurdbûnê hatiye kuştin.

“Jiber ku kurê min tenê Kurmanc bû, hat kuştin. Tim bûyerên wiha tê serê me Kurdan. Ma mirov tenê bi sedema tozê mirovekî din dikuje? Emê dû vê bûyerê bernedin.”

Ji alîyê din ve, walîtîya Afyonê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku bûyera kuştinê di navbera du alîyan de qewîmîye û bûyer bi sedema Kurdbûne derneketiye.

Walîtîye da zanîn ku kesê Tokay kuştî rêvîyê û jibo girtina wî hêzên ewlekarîyê li wî kesî digerin.

Hêjayî bîrxistinêye ku li bajarokê Dînara Afyonê dijî karkerên Kurd êrîşêk pêk hatibû û di encama êrîşê de Ozkan Tokay canê xwe ji dest dabû û Firat T. û Emrah O. jî bîrindar bûbûn.

AA_09_15_20_Termê Karkerê Kurd Tokay
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:31 0:00

XS
SM
MD
LG