Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşangeha Pirtûkan ya 3’an li Wanê Derîyên Xwe Vekir


Pêşangeha Pirtûkan a Wanê, li Navenda Kongre û Pêşangehê cara sêyan derîyên xwe ji pirtûk hezan re vekir.

Îsal 51 nivîskar û 120 weşanxane tev li pêşangehê dibin û di çarçoveya organîzasyonê de, rojên îmzayê û hin konferans jî dê werin li dar xistin.

Herwiha weşanxaneyên Kurdî yên bi navê Sîtav, Nûbihar û Lorya jî di pêşangehê de cîhê xwe wergirtine.

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamît Gul
Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamît Gul

Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamît Gul, di merasîma vekirina pêşangehê de got ku di dema hikûmeta wan de qedexeyên li ser Kurdî hatine rakirin.

“Li Tirkîyê, berî rêberîya Serokê me Recep Tayîp Erdogan, polîtîkayên, înkar, red kirin û asîmîlasyonê hebûn. Demekê ti kesî nedikarî berhemên çandî û civakî yên zimanê zikmakî bixwîne. Ehmedê Xanî û Feqîyê Teyran ku bêhna vê axê ne, dihatin red kirin û qedexe kirin. Lê ev polîtîka ji holê hatin rakirin.”

Sala borî 250 hezar kesî pêşangeha pirtûkan zîyaret kiribû û tê pêşbînî kirin ku îsal 500 hezar kes serdana pêşangeha pirtûkan ya Wanê bikin.

Hêjayî balkişandinê ye ku pêşangeh heta 22’yê Berfanbarê wê vekirî bimîne.

AA_12_13_19_Pêşengeha Pîrtûkan
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:31 0:00


XS
SM
MD
LG