Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê Pêşmerge Derbarê Pêkanîna Hêzke Hevbeş Diaxive


Hêzên Pêşmergê Herêma Kurdistanê
Hêzên Pêşmergê Herêma Kurdistanê

Efser Dilêr Şukir, yek ji fermandarên hêzên Pêşmergeyan dibêje di civînên jib avakirina jorên hevbeş ya leşkerê Îraq û hêzên pêşmerge de, danûstandin li ser dagirtina valahiya ewlekariyê tê kirin û encamdana oprerasyon û xalên ewlekariyê yên hevbeş li herêmên nakokbar.

Wezarate Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezareta Berevaniya Îraqê kar dikin jibo pêkanîna jora hevbeş ya operasyonan li herêmên nakokbar.

Di qunaxa yekê de dê 4 jorên hevbeş yên operasyonan bên çêkirin, ku bingehên wan jorên hevbeş dê li Xaneqîn, Kerkuk, Mûsuil û Mexmûr bin.

Heta niha biryar li ser jorên hevbeş yên Xaneqîn û Kerkuk hatiye dan, ku hejmarek esfserên Kurd û Îraqî dê tê de beşdar bibin. Karê wan jorên hevbeş dê lihev guhertina pêzanînên Îstîxbaratî û hevkariya di navbera leşkerê Îraqê û hêzên Pêşmerge de li wan herêman be.

Emîd Dilêr Şukir, fermandê lîwa 3ê ya hêzên bejahî ya girêdayî wezareta Pêşmerge avakirina wan jorên hevbeş giring dibîne û dibêje"Avakirina jorên hevbeş di navbera leşkerê Îraqê û hêzên Pêşmerge de, li herêmên nakokbar gelek giringe, siberojê ev jor dê bibin bazneya têkiliyan di navbera hikûmeta Herêmê û Îraqê de."

Pêzanîn ku gihane Dengê Amerîka weha xuya dikin ku roja 17ê vê mehê (Gulanê) biryara avakirina jorên hevbeş di navbera leşkerê Îraqê û pêşmerge de li Diyala hatiye dan, roja Yekşemê jora hevbeş ya Kerkukê li bingerha leşkerî ya K1(Keywen) dest bikar kirîye.

Çavkaniyeke bilind yê ku ji avakirina jorên hevbeş agihdare gotiye Dengê Amerîka, karê wan joran dê lihev guhertina pêzanîn û hevkarî be û çareser kirina aloziyên di navbera leşkerê Îraqê û Pêşmergê herêma Kurdistanê dê hemahengî be û ev jor bi alîkariya hevpeymanan hatine avakrin.

Çavkanî tekez li ser wê yekê kirîye ku "Jora hevbeş ya Kerkukê li K1 û lê ya Diyala dê li Xaneqîn be, ku niha amadekariyên bingeha wê jorê û avakirina ofîsa wê tên kirin."

Di heman demê de Emîd Dilêr Şukir, zelal kir ku jorên hevbeş dê berpirs bin ji her aloziyeke derkeve, eger ku pirsgirêkek di navbera hêzên Pêşmerge û leşkerê Îraqê de çêbû, ew jor dê pirsgirêkê çareser bike.

Ji hejî bîr xistinê ye ku ava kirina wan jorên hevbeş tenê jibo hevkarî û hemahengiyê ye, nek jibo vegerîna pêşmergan bo Kerkuk û herêmên nakokbar yên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexda de.

Avakirina van jorên hevbeş di wî demî daye ku liv û tevgera çekdarên DAIŞê li wan herêman zêde bûne.

Raporta Kerkuk 23 05 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:58 0:00

XS
SM
MD
LG