Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarekî Kurd: Amerîka Bo Vegerîna Pêşmergan Îraq Agehdar Kirîye


Lîwa Mohamed Rêgir ku, yek ji fermandarên hêzên Pêşmergên herêma Kurdistana Îraqê ye dibêje, Amerîka hikûmeta Îraqê agehdar kirîye derbarê vegerîna hêzên Pêşmerge bo herêmên nakokbar, ji Şengal heta Xaneqîn û hikûmeta Îraqê jî, bi vê yekê razî bûye.

Rêgir herwiha dide zanîn ku, di navbera wezareta bervanî ya Îraqê û hêzên Pêşmerên herêma Kurdistanê de civîn hatine encamdan, û liser gelek xalan lihevhatin çêbûye.

Lîwa Rêgir dibêje, naveroka lihevhatina Pêşmerge û wezareta berevaniya Îraqê ewe ku"herdu alî di hevbîrîn ku pêşmerge vegere ciyên xwe yên berê bi taybet wan herêmên tevger û çalakiyên çekdarên DAIŞê lê hene".

Di beşekî din yê axaftinên xwe de fermandarê Pêşmerge Lîwa Rêgir dibîje"Hikûmeta Îraqê razî bûye hêzên Pêşmerge vegerin herêmên nakokbar".

Herçende çendîn carên din hatiye gotin ku pêşmerge dê vegere herêmên nakokbar lê Emindarê giştî yê hêzên Pêşmergên Kurdistana Cebar Yawir gotiye tiştekî weha bi encam nebûye û biryara vegerîna pêşmergan bo herêmên nakokbar nehatiye dan.

Lê Lîwa Mohamed Rêgir dibêje, belê vê carê "lihevhatin çêbûye û tiştên baş bo rewşa Kerkukê hene".

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:02 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG