Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtina Derîyê Pêşxabûr û Sêmelka Jîyana Hemwelatîyan Dijwartir Dike


Derîyê Sêmelka

Rêvebirên derîyê Sêmalka dibêjin ku ser girtina derî ya Pêşxabûrê li alîyê Herêma Kurdistana Îraqê bi fermî nehatina agahdar kirin.

Herwisa dergeha sînorî jibo karmendên rêxistinên mirovî wê vekirî bimîne, lê pêş bazirganîyê û mirovan girtî ye.

Rêvebirê dergehê Rodî M. Emîn ji Dengê Amerîka re got ku rêvebirîya Pêşxabûrê ser sedemên girtina dergehê ew bi fermî agahdar nekirine.

Emîn dîyar kir ku dergeh ji milê wan ve vekirî ye.

Li gor agahîyan ku berîya sersalê karmendên bîyanî yên rêxistinên mirovî li Bakur û Rojhilata Sûrîyê kar dikin, jibo wan îro Pênçeşemê wê dergeh vekirî be.

Zubêr Reşik û hevjîna wî li benda vekirina derî ne
Zubêr Reşik û hevjîna wî li benda vekirina derî ne

Li alîyekî din, bi sedan kesên ku ji Ewrupa û welatên din serdana herêmê dikin, niha li hêla Sûrîyê asê mane.

Zubêr Reşik hemwelatîyê Amerîkî ye û ew jibo serdana malbata xwe hatibû herêmê.

Reşik bang li karbidestên Herêma Kurdistanê dike ku dergeha sînorî vekin ku ew bikaibun vegerin malên xwe.

Hêjaye gotinê ye ku ji nêzî hefteyek e derîyê Pêşxabûr girtî ye û ew yek bandoreke neyênî li ser rewşa herêmê dike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:58 0:00

XS
SM
MD
LG