Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Ziyanên Giyanî Yên Leşkerên Xwe li Îraq Û Sûriyê Eşkere Dike


Wezareta berevaniya Amerîka Pentagonê, îro Pêncşemê bi şêweke fermî ziyanên giyanî yên ku li Îraq û Sûriyê jidest dane, bo raya giştê eşkere kirin.

Ziyanên giyanî yên Amerîka ji Adara 2003an heta dawiya meha Yek ya 2019an, ji aliyê berdevka Pentagonê ya karên taybetmendiya leşkeran Jessica Maxwell di lîstekê de hat eşkere kirin, û bi şêweke fermî, ew lîst hat weşandin, piştî salekê cara yekê ye lîsta ziyanên giyanî yên leşkerên Amerîkî ji aliyê Pentagonê ve, tê ragihandin.

Ziyanên giyanî yên leşkerên Amerîkî li Îraq û Sûriyê bi vî awayî ye.

Li Îraqê:

- 4384 leşkerên Amerîkî di êrîşan de hatine kuştin.

- 32180 leşker di eniya şer de birîndar.

Herwiha li Sûriyê

- 6 Leşker li Sûriyê hatine kuştin.

- 28 leşker jî li eniya şer li Sûriyê birîndar bûn e.

XS
SM
MD
LG