Maria Aparecida Firmo Ferreira, pîrika xanima yekê ya Brezîlî Michelle Bolsonaro îro Çarşemê jîyana xwe ji dest da.
Maria Ferreira, piştî ku pirtir ji mehekê li nexweşxaneyekê dijî COVID-19 tekoşînê dikir, îro koça dawî kir.
Ferreira ji 1'ê Tîrmehê vir ve jiber ku testa wê ya vîrusa korona erenî derket, li nexweşxaneyê bû.
Wezareta Saxlemî ya Brezîlî mirina Ferreira ya 80 salî piştrast kir.
Serokê Brezîlya Jair Bolsonaro û Michelle Bolsonaro meha borî bi nexweşî ya COVID-19 ketibûn.
Serok Bolsonaro ku ji nexweşîyê filitîye dibe armanca rexneyan ku ew bi domdarî xeterîya vîrusa korona cidî nagire.
Li Brezîlya heya niha zêdetirî 3.1 mîlyon bûyerên pêketina vîrusa korona çêbûne û 103 hezar kes jî jiber wê vîrusê mirine, ku ew dewlet bi wan hejmeran di reza duyan ya cîhanê de ye.