Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Rûsî Daxwaza Berdana Paul Whelan Red Kir


Dadgeheke Rûsî îro Sêşemê daxwaza berdana bi kefalet ya hemwelatîyê Amerîkî Paul Whelan red kir ku bi tawanên sixurî desteserkirî ye.

Whelanê 48 salî îro li Moskowê derket pêş dadgehê û bi hêvî bû ewê were berdan, lê dadgehê daxwazî wî red kir.

Leşkerê berê Whelan ku hemwelatîyê Amerîkî û Brîtanî ye, di 28ê Berfambarê de hatibû desteser kirin, bi sedema ku wî hazirîya kiryarên sixurî dikir.

Hikûmeta Rûsî heta niha hûrgilîyên tawanên dijî Whelan zelal nekirine, lê malbata wî dibêje ew masûm e.

XS
SM
MD
LG