Komîsyona hilbijartinê ya Ermenîstanê îro Duşemê dîyar kir ku Partîya Peymana Sivîl ya Serokwezîr Nîkol Paşînyan di hilbijartina Parlamentoyê ya Yekşemê rêjeya ji % 53.9'ê ya dengan wergirtin.
Hevrikê wî yê sereke, Hevalbendîya Ermenistanê ya Serokê berê Robert Koçaryan bi nêzî ji % 21'ê dengan, bûye partîya dudyan.
Nîkol Paşînyan berî dîyar kirina encaman, spasîya tevahîya Ermenîyan kir û soz da ku ewê astengîyên ku welat rûbirû maye, çareser bike.
"Weke ku hate pêşbînîkirin, Ermenî dê di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Ez dixwazim careke din spasîya we, tevahîya Ermenîyan bikim, û carek din we silav bikim. Me ev demên dijwar derbas kirin, û niha dem e ku em rabin ser xwe û pêşve herin." Paşînyan got.
Serokê Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî (CEC) Tigran Mukuchyan da zanîn ku encamên dawîn yên hilbijartinê dê di nav hefteyekê de bêne eşkere kirin.
Wî got ku li gor encaman Paşînyan dikare bixwe hikûmetê ava bike.
Paşînyan îro li ser Twitter'ê nivîsî ku partîya wî dê xwedan piranîyek destûrî be – 71 kursîyên ji 105 yên li parlementoyê de bi dest xistîye - û 'ewê hikûmeteke bi seroktîya xwe ava bike.'
Ajansa nûçeyan RIA ya Rûsî ji zarê gotina Paşînyan ragihand ku Ermenîstan dê bi komên herêmî yên bi pêşengîya Rûsyayê, Rêxistina Peymana Ewlehîya Kolektîf (CSTO) û Yekîtîya Aborîya Avrasyayê (EAEU) re têkiliyên xwe xurt bike. "Em bi biryar in ku li ser baştirkirin, kûrbûn û pêşxistina peywendîyên bi l welatên CSTO û EAEU re bixebitin, û emê bê guman di vî alî de biçin," Paşînyan got.
Anketên berîya hilbijartinê nîşan dida ku partîya Paşînyan û Hevpeymana Ermenistanê ya serokê berê Robert Koçaryan pir nêzî hevûdû bûn.
Hevpeymana Ermenistanê ya hevrikê Paşînyan bi daxuyanîyeke ku ji hêla ajansa Interfax'ê ve hat weşandin de, encamên hilbijartinê nirxand.
"Van encamên hilbijartinê, berevajîya pjiyana giştî, yên ku me di heşt mehên borî de dîtî, dikin," hevpeymanê got.
Hevpeymana hevrik dîyar ku ew encaman nas nakin û bi partîyên din re dest bi şewirandinê kirine da ku bihev re serî li dadgeha destûrî ya Ermenistanê bidin.
Hikûmetê biryara hilbijartinê da ku hewil bide qeyraneke sîyasî bidawî bike. Sala borî Şerê di navbera Ermenîstanê û Azerbaycanê de li ser serwerîya herêma xweser Qarabaxê de şerekî ku 6 hefteyan berdewam kiribû, derket.
Di encama şer de ji her dû alîyan zêdeyî 6500 kes hatin kuştin. Paşînyan di meha Mijdarê de bi Azerbaycan re peymana aştiyê ya bi navbeynkariya Moskowê îmza kir ku Ermenîstanê ax winda kir.
Piştî şer, li Ermenîstanê dijî hikûmeta Paşînyan bi daxwaza karvekişandina wî xwepêşandanên bi mehan rû da.
Paşînyan peyman wekî karesatek binav kir lê got ku ew neçar maye ku îmza bike da ku pêşî li pirtir windahîyên mirovî û axê bigire.
Hevdem, Paşînyan îro serdana goristanekê kir, ku deste gulan deyne ser gora leşkerên ku di şerê sala borî de hatibûn kuştin.