Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Felestînî Xwepêşandanan Li Dijî Desthilata Mehmûd Ebbas Dikin


Serokê Desthilatdarîya Felestînî Mehmûd Ebbas
Serokê Desthilatdarîya Felestînî Mehmûd Ebbas

Bi sedan Felestînîyên tengirî îro Pênşemê derketin xwepêşandanan li pêş avahîya seroktîya Mehmûd Ebbas li Qeraxa Rojava ya dagîrkirî, û daxwaz ji Ebbas kir ku dest ji kar bikişîne li dor mirina çalakvanekî naskirî, piştî girtina wî ji alîyê hêzên ewlekarîya desthilatdarîya Felestînî ve.

Xwepêşanderan wêneyên Nîzar Banat hildan û rûbirûyî gazên rondikrêj bûn ji alyê hêzên ewlekarîyê ve ku xwestin rê li xwepêşanderan bigrin da ku negihin bingeha seroktiya Ebbas li bajarê Ramellayê.

Li gor kesûnasên Banat, di dema girtina wî de li bajarê Hebron, hêzên ewlekarîyê bi tundî lê dabûn.

Hakimê bajêr Jibrin al-Bakri got Banat mir dema ku tendiristîya wî têk çû piştî girtina wî, bê ku ti agahiyên berfereh ragihîne.

Banat yê 43 salî, çalakvanekî civakî bû û desthilata Mehmûd Ebas bi gendelîyê tawanbar kiribû.

Piştî daxwaza Netewyên Yekgirtî ji bo vekolîna di mirina Banat de, serokwezîr Mohammad Shtayyeh fermana komîteka vekolînan da ku gotibû dê Komisyona Serbixwe ya Mafên Mirovan (ICHR) jî vehewîne, lê rêvebirê ICHR Ammar Dwaik piştre got ku ICHR dê raporta xwe bi awayekî serbixwe ragihîne.

XS
SM
MD
LG