Breaking News

Paşeroja Lîbyayê Bê Qezafî

Rêberê Lîbî Muamer Qezafî.
Rêberê Lîbî Muamer Qezafî.

Dîplomatên hêzên desthilatdarên cîhanê dest bi kombûnan dikin li Londonê, di hewlekê de bo dariştina paşeroja sîyasî ya Lîbyayê, bêy rêberê wê Muamer Qezafî.

Wezîrên nêzîkî 40 welatan, pişikdarî konferansê roja Sêşem dibin bi mebesta danana nexşeyekî bo derxistina Muamer Qezafî ji desthilatê.

Jimareka welatên Ereb pişikdarî konferansê dibin, her wesa nûnerên komkara Ererbî û Yêketîya Afrîka.

Wezîra derve ya Amerîkî Hillary Clinton, ya ku li Londonê ye ji bo wê konferansê, digel pêşvenêrê rikaberî ya Lîbîya Mahmoud Cibrîl kombû. Mezne karbidestekî hikûmeta Serok Barack Obama roja Sêşem got, Amerîka dê pêşvenêrê xwe yê taybet li demekê nêzîk bihinêrit bo kombûnê digel rêberên serhildayam.

Her li vî demî, hêzên ser bi reberê Lîbî Muamer Qezafî şerên giran digel serhildayan dikin ku hewil didin berev bajarê Sirte yê rojava herin.

Rojnamevanên bîyanî dibêjin, hêrîşeka şervanên tagirên Qezafî, serhildayî neçar kirin berev rojhilat vegerin. Rojnamevanan ragihand ku şerê bi rokêt û çekê otomatîk li nêzîk bajarê Bin Cewad qewmî.

XS
SM
MD
LG