Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) ragihand ku baregeha wan a li parêzgeha Hewlêrê bi dronekê hat armanckirin.
PAK'ê di hesaba xwe ya Facebookê de weşand ku bingeha wan a "Çemşarî ya Spayê Millî yê Kurdistan," hat armanckirin.
PAK di posteke taybet de dibêje "Îro danê sibê demjimêr 7:56 bi êrîşekê li ser bingeha Çemşar ya Spayê Milî yê Kurdistan li derdora hewlêrê pêkhatiye."
Berpirsên partîyê ji medya herêmî re gotine ku dron ji cûrê Şahid 136 e, êrîşê zirarek mezin gihandiye bingeha wan a li Çemşar li nêzîkî navçeya Dareşekran ya li nêzî Hewlêrê, lê ti qurbanî heta niha nehatine tomarkirin.
Her îro Yekşemê, li navçeya Xelîfan a parêzgeha Hewlêrê, dronek berî ku bigihîje armanca xwe hate xistin.
Herwiha berpirsekî Komeleya Zehmetkêşên Kurdistan, ku partîyeke kurd a Rojhilat û opzosyana rejîma Îranê ye ku endam û bingehên wê li ser axa herêma kurdistanê hene gote medya herêmî êrîşek dronî li ser bingeheke partîya wan li herêma Xelîfan pêk hatîye, lê berî bigihîje armanca xwe ji alîyê balafirên hevpeymanan ve hate xistin."
Li alîyekî din, kenalên medyayî yên li Herêma Kurdistanê ragihand ku du dron li herêma Bicîlê ya girêdayî qeza Akirê xistin xwar.
Xwecihên li herêmê didin zanîn hevdem ligel ketina xwar ya dronan, dengê firokên cengê li esmanê herêmê hat bihîstin û dîmenên ketina xwar ya perçeyên dronan ji alîyê xelkê herêmê ve hatine tomar kirine.
Dengê Amerîka hewil da ku hûrgilîyên êrîşên dronan bo ser herêmên cûda yên li Herêma Kurdistanê bizane, lê berpirs amade nebûn bersivê bidin.
Hêjayî gotinê ye ku tevî agirbesta Amerîka û Îranê ya ku di 8ê Nîsanê de hatiye ragihandin, êrîşên Îranê yên li ser baregehên partîyên kurdên Rojhilat yên opozisyona rejîma Îranê berdewam dikin, li gorî kenala medyayî ya Rûdawê, tenê di meha borî de 21 êrîşên bi dron û mûşekan li ser partîyên Rojhilat pêk hatine.