Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan îro Înê got ku kiryarên tund yên Hîndistanê li ser Keşmîrê wê bibe sedema nerazîbûna Misilmanên cîhanê.
Xan, di xwepêşandaneke li bajarê Muzaferabadê ya paytaxta herêma Keşmîra Azad de, li pêş çend hezar kesan re got ku ewê helwesteke tund ji Hîndistanê re nîşan bidin.
“Dema givaştin û eciqandin bigihejin asta bilind, mirov dê biryar bidin ku mirin ji jîyaneke bê rûmet çêtir e. Ez dixwazim ji Hîndistanê re bibêjim ku bi girtina bi hezaran kesan, tu rê li ber tundrêtîyê vedikî. Misilmanên Pakistanê wê dijî Hîndistanê serî rakin, ne tenê ew herwiha 1.25 mîlyar misilmanên cîhanê jî vê rewişê ji nêz ve dişopînin.”
Xan got ku ewê rewişa Keşmîrê û tepeserkirina Hîndistanê ya ser gelê wê herêmê, hefteya were bîne pêş Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî.
Wezareta Derve ya Pakistan jî roja Pêncşemê îdia kiribû ku hebûna artêşa Hîndistanê li Keşmîrê tirsên pêkanîna jenosîdê zêde dike.
Hikûmeta Hîndistanî di 5’ê Tebaxê de otonomîya herêma Keşmîr ya bi piranî misilman pûç kiribû, ku hem Hîndistan hem jî Pakistan wek axa xwe dibînin.
Hikûmeta Hîndistanê îdia dike ku dawîkirina statuya taybet ya Keşmîrê wê bibe alîkar ku ew herêm bi başî bibe beşeke aborîya welêt û ewê di berjewendîya hemî kesan de be.
Karbidestên Hîndistanî di meha borî de li herêma Keşmîrê dora 4,000 kes girtibûn piştî ku gelê herêmê nerazînûna xwe nîşan dabû û herikîbû kolanan.
Hikûmeta Hîndistanî bo pêşîgirtina xwepêşandanên nerazîbûnê xetên înternetê û telefona destan qut kiribû û li gelek deveran qedexeya derketina kolanan ragihandibû.