Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Peqîna Bombeyekê de 7 Kes li Pakistanê Hatin Kuştin


Di encama peqîna bombeyeke di nav ofîsa qanûndanerekî de, herî kêm 7 kes li Pakistanê hatin kuştin, jimareke kesên din jî birîndar bûn.

Peqîn li bajarokê Taunsa ya eyaleta Pencab qewimî û nivîsgeha parlamenter Amjad Khosa ji partîya desthilatdar kir armanc.

Karbidestan ragihand ku di dema peqînê de Khosa ne li ofîsa xwe bû.

Demûdest ti kes berpirsîya êrîşê ranekir ser xwe, lê Talîbana Pakistanî di salên borî de li hember karbidestan gelek caran êrîşên wiha kiribûn.

XS
SM
MD
LG