Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Paketa Alîkariya COVID-19 ya 1.9 Trilyon Dolarî li Kongresê Hat Pejirandin


Paketa aborî ya vîrusa korona di kongresê de
Paketa aborî ya vîrusa korona di kongresê de

Kongresa Amerîkî roja Çarşemê paketa alîkariya aborî ya herî mezin ya ku serok Joe Biden pêşkeş kirbû derbaz kiri û ev jî serkeftina mezin ya serok Joe Biden tê dîtin, jiber soza wî dabû mîlyona malbatên Amerîkî û karsazên Amerîkî yên ku ji egera pandemîya vîrusa korona zirar dîtine.

Paketa 1.9 trîlyon dolaran ku bi wan pereyan dê vaksîn ên kirîn û belav kirin, herwiha 1.400 $an dê bidin piranya welatiyên Amerîkî, jiber ziyanên pandemiyê. Kongresa Amerîka bê alîkariya Komariyan paket derbaz kir, yên ku serok Biden bi destberdana ji sozên yekkirina Amerîkiyan dabû di roja sondxwarinê de ku ewê yekgirtinê di nava Amerîkiyan de ava bike.

Qesra Spî ragihand ku Biden yê ku plana rizgarkirina Amerîkayan dabû ji zirarmendiya COVID-19 ev plan xistbû pêşiya hemû biryarên qanûnî ku li bere roja înê biryara ji Kongresê derketî îmza bike da ku bibe qanûn.

Ev biryar di wî çaxî de dê pêk bihê, ku çend roj mane alîkariya bêkariyê ya mîlyona Amerîkîyan bidawî bibe, piştî ku serok qanûnê îmza dike her bêkarek dê bikare her hefteyê 300 $ an weke alîkariya bêkariyê bistîne.

XS
SM
MD
LG