Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Encama Êrîşeke Xwekujî de Pirtir ji Deh Kesan li Pakistanê Hatine Kuştin


Karbidestên Pakistanî dibêjin, di encama êrîşeke xwekujî ya dijî karwaneke leşkerî de 11 kes hatine kuştin û herî kêm 15 kesên din jî birîndar bûn.

Tê ragihandin ku di nav qurbanîyan de 2 jin jî hene.

Karbidestên Pakistanî dîyar dikin ku qumandarê karwana leşkerî, Abdulmecîd Merwat îro Înîyêji êrîşa kujêr ya li bajarê Peşawarê rizgar bû. Karbidest herwiha didine zanîn ku êrîşa xwekujî li nêzîkî konsulxaneya Amerîkî qewimîye.

Berdevkekî Talîbana Pakistanî ji Dengê Amerîkayê re got ku Talîbanê ew êrîş pêk anîye. Wî got, êrîş wekî bersîvdana operasyonên leşkerî yên artêşê yên hember bingehên wan li herêmên eşirî hate kirin.

Bajarê Peşawar li ser tixubê Pakistanê ye bi herêma eşirî ya nîv-otonom cîh digire û weşartgeha serekî ya mîlîtanên Talîbanê ye.
XS
SM
MD
LG