Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Dibêje Divê Civaka Navnetewî Aborîya Afganistanê Nerûxîne


Wezîrê derve yê Pakistanê Şah Mehmûd Qureşî
Wezîrê derve yê Pakistanê Şah Mehmûd Qureşî

Wezîrê Derve yê Pakistanê Şah Mehmûd Qureşî got ku divê civaka navnetewî ti gavan navêje ku bibin egera rûxandina aborîya Afganistanê.

Qureşî îro bang li civaka nanetewî kir ku destê xwe ji ser pereyên Afganistanê hilîne da ku Kabul bi van pereyên xwe rê li ber krîzeke mirovî bigire.

Daxwaza wezîrê Pakistanî du rojan bû piştî ku Talîban hikûmeteke demkî ji bo Afganistanê ragihand.

Qureşî di preskonferansekê de, li paytext Îslamabad ligel hevtayê xwe yê Qatarî Mihemed bin Abdulrahman al Thani, ti welat bi nav nekir.

Lê, wî got divê ti şert û qeyd li ser alîkarîya mirovî bi Afganistanê neyên ferz kirin.

Pereyên banka navendî ya Afganistanê, ku 9 mîlyar dolar in, niha ne li ber destê hikûmeta Talîbanê ye.

Piranîya van diravan di Banka Federal ya New Yorkê de ye ku di dema telihevîya sîyasî meha borî de hatin cemidandin.

XS
SM
MD
LG