Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Jimareke Peqînan de Dehan Kes li Pakistanê Hatin Kuştin


Di jimareke peqînan de dora 30 kesan îro li Pakistanê hatine kuştin, bi dehan kesên din jî birîndar bûn.

Di bûyera yekê de êrîşvanekî xwekuj li bajarê Quetta ya başûrê rojava 13 kes kuştin û di du peqînên din de herî kêm 15 kes li bajarokê Paraçinar ya bakurê rojava hatin kuştin.

Karbidestên Pakistanî ragihand ku di êrîşa yekê de, ku li pêş xaleke kontrolê qewimî, 7 polîs li Quetta hatine kuştin.

Berpirsê ewlekarîya Belucistanê Abdul Razzaq Cheema ji Reutersê re ragihand ku êrîşvan otomobîla xwe ya bombebarkirî li pêş polîsan peqand.

Rêxistina Jamaat ur Ahrar ku ji Talîbana Pakistanî veqetî, bi peyameke nivîskî berpirsîya wê êrîşê rakir ser xwe.

Di êrîşa êvarê de du bombe li bajarokê Paraçinar peqîn û li gor karbidestekî hikpmetê, herî kêm 15 kes di wan peqînan de hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG