Breaking News

Rêberekî Girîng yê Talîbana Pakistanî di Êrîşeke Amerîkî de Hat Kuştin

Talîbana Pakistanî îro Duşemê piştrast kir ku rêberekî wê yê payabilind di êrîşeke dronî ya Amerîkî de, li nêzî sînorê Pakistanê hate kuştin.

Berdevkê Talîbana Pakistanî ragihand ku Xan Said Sajna û çekdarên ligel wî, di 8ê Şubatê de li devera Gorwek ya Wezîristana Bakur hatine kuştin.

Jêderên eşirî û îstixbaratên xwecîhî piştrast kir ku di dema êrîşa dronî de, Xan û çekdarên wî ji herêma Xost ya Afganistanê vedigerîn malê û roketeke ji firokeke bêmirov otomobîla wan rûxand.

Jêderên îstixbaratî bawer dikin ku fermandarê kuştî xwe li herêma Xost vedişerî û peywendîya wî bi tora Haqqanî hebû ku êrîşên terorîstî li hember armancên xwecîhî û Amerîkî li Afganistanê pêk tîne.

Pispor hevbîr in ku kuştina wî de bandoreke neyênî li ser kiryarên terorîstî ya Talîbana Pakistanî bike.

XS
SM
MD
LG