Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamentoya Pakistanê Serokwezîr Khan Ji Kar Derxist


Civata Netewî Ya parlemana Pakistanê, roja Şemîyê deng da û serokwezîr Imran Khan ji desthilatê dûr êxist, nêzîkê çar salan piştî ku wî dest bi kar kirî.

Dengdana li ser biryara bêbaweriyê ya ku ji aliyê opozisyonê ve hatiye destpêkirin, piştî nîvê şevê bi dema herêmî dest pê kirî, çend deqeyan piştî ku Serokê Parlamentoyê Esed Qaiser ji partiya desthilatdar ya Xan bi awayekî neçaverêkirî îstifaya xwe ragihandî.

Qaiser qanûndanerê payebilind yê opozîsyonê, Ayaz Sadiq vexwend ku serokatiya rûniştina taybet a 342 endaman bike, û got ku ew nikare beşdarî "komploya biyanî" bibe ji bo dûrxistina serokwezîrî.

Sadiq piştre ragihand ku 174 parlementeran dengê erê dane pêşniyara ne bêbaweriyê.

Sadiqî got: Di encamê da biryara ne bêbaweriyê li dijî birêz Îmran Xan serokwezîrê Komara Îslamî ya Pakistanê bi piraniya endamên giştî yên Ciwata Netewî ve hat pejirandin.

Hema hema hemî qanûndanerên Partiya Tehreek-e-Insaf (PTI) ya Pakistanê ya Khanî berî anjî di dema proseya dengdanê da derketin.

XS
SM
MD
LG