Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan bi Awakî Demkî Qunsulxaneyeke xwe li Afganistanê Digre


Pakistanê bi awakî demkî qunsulxaneyeke xwe li Afganistanê girt û desthilatdar bi destêwerdana di karên dîplomatîk ên wê de tawanbar kirin.

Qunsulxane li Jalalabadê ye, paytexta parêzgeha Nangarhar a rojhilata welêt ku nêzîkî sînorê Pakistanê ye.

Balyozxana Îslamabadê li Kabul di nameyekê de, ji bo wezareta derve ya Afganistanê, got destêwerdena parêzgarê Nangarhar di karûbarên qunsulxanê de hîşt ku ew biryara girtina wê bidin.

Parêzgar Hayatullah Hayat ev tawanbarî red kirin û qunsulxane bi danûstandina ne baş li gel Afganiyan tawanbar kir û got ku ew bi awakî ne yasayî pereyan ji welatiyan distîne ji bo dayîna vîzeyan.

Hêjayî gotinê ye Pakistan û Afganistanê vîzeyan bê beramber didin welatiyên hevdû.

XS
SM
MD
LG