Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Dibêje Ew Pabend e bi Navbeynkarîya Danûstandinên Amerîka û Îranê

Wezareta Derve ya Pakistanê- Îslamabad
Wezareta Derve ya Pakistanê- Îslamabad

Pakistanê roja Çarşemê ragihand ku ew bi Amerîkayê û Îranê re di nava danûstandinan de ye bi armanca bidawîanîna pevçûnên di navbera herdu welatan de.

Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê Tahir Endrabî di civîneke çapemenîyê de diyar kir ku serdana fermandarê Artêşa Pakistanê Asim Munîr bo Tehranê di Tebaxa borî de di derbarê krîza Tengava Hormuzê de hewildanên girîng pêkanîne.

Tahir Endrabî di civîna çapemenîyê ya heftane de red kir ku Bîrnameya Lihevtêgihiştinê ya di navbera Amerîka û Îranê de hatî îmzekirin, bê bênador maye.

Pakistan tekez dike ku ew pabend e bi hewildanên berdewamîya danûstandinên di navbera Amerîkayê û Îranê de.

Berê, Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf piştrast kir ku Pakistan bi bawerîyek mezin kar dike di çarçoveya aştîyê ya di navbera Amerîka û Îranê de, û navbenkarîya wê, hêvîya herî baş ji bo aştîyê li herêmê pêşkêş dike.

Şerîf diyar kir, "Hewldanên me yên dîplomatîk ên domdar bûne sedema îmzekirina Bîrnameya Lihevtêgihiştinê, ku gavek girîng ber bi kêmkirina aloziyê û vegerandina aştiyê li herêmê temsîl dike."

Hêjayî gotinê ye ku di çarçova girjîyên nû de, Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wê li bingehên Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) xistine, di nav de "Bingehên berevanîya esmanî, sîstema radaran, bingehên hêzên deryayî, şiyanên danîna mayînan û cihên ragihandinê."

Paşê Îranê diyar kir ku wan operasyoneke tolhildanê daye destpêkirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, bi rêya platforma xwe ya Truth Social, gef xwar ku eger Îran li dijî êrîşa Amerîkayê bersivê bide, ew ê êrîşên "gelek bihêztir û dijwartir" li dijî rejîma Îranê encam bidin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG