Serokê Amerîka Donald Trump şeva bûrî di twîteke xwe de Pakistan bi vehewandina terorîstan tawanbar kir, Pakistanê jî balyozê Amerîka li Îslamabad bang kir.
Serok Trump di yekemîn twîta xwe ya 2018an de bi turebûn got Amerîka "bi nezanî"di 15 salên bûrî de 33 Mîlyar Dolar weke alîkarî dane Pakistanê û wan tiştek bidest nexist, tenê nerastî û xapandin, ew weke nezan li serokên me dinêrin, Trump weha got.
Li dawiya twîtê Trump dibêje "wan cihekî bi ewle da terorîstan yên ku em li pey wanin li Efganistanê, tenê alîkariyek kêm dikin, ne zêdetir".
Desthilata Îslamabad derbarê tawanbar kirina welatê wan bi vehewandina terorîstan weke nerazêbûn, baloyozê Amerîka bang kir.
Berdevkê balyozxana Amerîka li Îslamabad got, şevê din balyoz David Hale derbarê twîta Serok Trump hatîye bang kirin.
Washingtonê gelek caran bi taybet saziyên ewlekarî Pakistan tawanbar kirîye bi çav girtin û alîkariya Talîbanên Efganî û grûba Haqqanî ya terrorist, yên ku, liser sinoran berdewam êrîşî hêzên Efganî û yekîneyên Amerîkî dikin. Lê Îslamabad îdayên vehewandina çekdarên Efganî red dike û dibêje, berovajî çekdarên dijî dewletê ji welatê cîran êrişan dijî Pakistanê encam didin.
Weke bersivdana twîta Serok Trump wezîrê derve yê Pakistanê Xwace Asif got "Emê rastiyê nîşanî cîhana bidin…da ku, cûdahiya di navbera rastî û xeyalê de bizanin".
Ji hejî bîrxistinê ye ku, serok Trump di siyaseta nû ya li parzemîna Asya de, Pakistan bi vehewandina terorîstan tawanbar kir bû, herweha Îdara Amerîkî di heman demê de dana 225 Mîlyon dolar, weke alîkariya leşkerê Pakistanê cemidand bûn.