Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Pakistanê Dibêje 'Terorîstên' ji Îranê 4 Leşker Kuştine


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Artêşa Pakistanê roja Şemiyê got ku êrîşkarên Îranê 4 leşkerên wê yên nobedariya sînor kuştin.

Artêşa Pakistanê di daxuyaniya xwe de got: "Grûpeke terorîstên ku ji aliyê Îranê ve tevdigerin, êrişî nobedariya sînorî ya asayî ya hêzên ewlehiyê yên Pakistanê kir ku li ser sînorê Pakistan û Îranê tevdigerin."

Bûyer li navçeya Keç a li başûrê rojavayê parêzgeha Belûçistanê, ku bi Afghanistan û Îranê re sînorekî dirêj û neqanûnî heye, qewimî.

Artêşê got ku rayedarên Pakistanî bi Îranê re têkilî danîne da ku li rêyên rêgirtina bûyerên wiha di pêşerojê de bigerin.

Ta amadekirina vê raportê tu kesî berpirsyariya êrîşê ranegihandiye.

Komên netewperest ên Belûç ên serhildêr ên li herêmê dibêjin ku ew ji bo pareka zêdetir ji jêderên herêmî şer dikin.

Komên Belûç li herdu aliyên sînor tevdigerin. Parêzgeh ji hêla kanan ve dewlemend e û her weha xwedan bendera Gawadar a ava kûr e, ku bi pereyên Çînî tê pêşxistin wekî beşek ji weberhênana 65 milyar dolarî ya Pekînê bi navê "Kember û Rê" li Pakistanê.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG