Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Başûrê Rojavayê Pakistanê 5 Leşker Têne Kuştin


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Artêşa Pakistanê got ku bombeyekê li başûrê rojavayê welêt 5 leşker kuştin, di êrîşa kujêr a pêncemîn a vê salê de li dijî polîs û leşkeran, û çend hefteyan berî hilbijartinên parlemanî yên wî welatî.

Leşker di dema operasyonekê de roja Şemiyê li navçeya Kech a parêzgeha Belûçistanê mirin, dema ku çekdarên gumanbar bumbeya bidestçêkirî li ser erebeya hêzên ewlehiyê teqandin.

Artêşê got ku di pevçûnan de sê "terorîst" hatin kuştin, û operasyoneke paqijkirinê hat kirin ji bo jinavbirina çekdarên din ên li deverê.

Temenê leşkeran di navbera 23 û 25 salî de ne. Kesî berpirsyariya êrîşê ranegihand.

Wê got, hêzên ewlekarî yên Pakistanê bi biryar in ku hewlên jinavbirina aştî, aramî û pêşkeftina Belûçistanê, têk bibin.

Serekwezîrê Belûçistanê Mîr Elî Merdan Xan Domkî, xemgîniya xwe ji bo mirina leşkeran anî ziman.

Hin senator, bi sedema pirsgirêkên ewlehiyê, daxwaza paşxistina hilbijartinên ku ji bo 8ê Şibatê hatine plankirin, dikin.

Belûcistana ku hevsînor e bi Afganîstan û Îranê re, ev bêhtirî bîst salan e bûye qada serhildana neteweperestan. Wan di destpêkê de parek ji çavkaniyên parêzgehê dixwestin, lê piştre serhildanek ji bo serxwebûnê dest pê kirin.

Çavkanî: AP

XS
SM
MD
LG