Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Du Êrîşan de li Pakistanê Çekdar 4 Serbazan Dikujin


Pakistan dibêje çekdaran di du êrîşên ciyawaz de li nêzîkî sînorê Afghanistanê 4 serbazên wan kuştin.

Daxuyaniyeke leşkerî roja Şemiyê got hêzên ku sûrekê li dirêjiya sînor ava dikine ji aliyê sînor ve Dir rastî êrîşekê hatin.

Gulebaranê sê serbaz kuştin û yê çarem jî bi tundî birîndar bûbû.

Hêzên Pakistanê yên ku sûrekê li ser sînor avadikine gelek car caran rastî êrîşên wiha dibin.

Daxuyaniyê got êrîşeke din li Bakurê Wezîristanê bû, dema ku çekdaran derengî şeva borî nobedariyeke ewlekarî gulebaran kir û di encamê de serbazek hate kuştin.

Hêzên Pakistanê bersiva êrîşê dan û du êrîşker kuştin.

Bakurê Wezîristanê ji çekdarên îslamîst re bûye bingehekê. Artêşê got wê di van salên borî de herêm ji çekdaran paqij kiriye, lê çekdar hîn êrîşên wiha pêk tînin.

XS
SM
MD
LG