Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê 11 Kes di Teqînekê de Hatin Kuştin

Di encama teqînekê de îro Şemîyê li bajarê Dera Ismail Khan li bakurê rojavayê Pakistanê, 11 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn, li gor desthilatdarên xwecihî.

Dera Ismail Khan, ku li parêzgeha Khyber Pakhtunkhwa û nêzîkî sînorê Pakistanê yê bi Afganîstanê re ye, gelek caran bûye armanca tundûtûjîya mîlîtanên Îslamî û êrîşên ku bi piranî hêzên polîs û ewlekarîyê dikin armanc.

Koma mîlîtan a "Tehreek-e-Taliban Pakistan" berpirsyarîya êrîşa Şemîyê li xwe girt.

Rêxistina "Rescue 1122" ya hawarçûnê di daxuyanîyekê de ragihand ku teqîn li nêzîkî "Aman Mela" ya li herêma Darazinda li wê navçeyê pêk hatiye.

Rêxistinê da zanîn ku tîmên hawarçûnê yên stasyona Darazindayê gihîştin cihê bûyerê û dest bi hewlên rizgarkirinê kirin. Wan alîkarîya bijîşkî pêşkêşî birîndaran kir û ew veguhestin nexweşxaneyê.

Di vê mehê de bûyerên ewlekarîyê li navçeyê berdewam kirine, di nav de jî êrîşên ku Talîbana Pakistanê pêk anîne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG