Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Wikipediyayê ji ber "Naverokên Kufrê" Blok Dike


Malpera Wikipedia roja Şemiyê li Pakistanê hate blokirin piştî ku rayedaran malper sansûr kirî ji ber hebûna "babetên kufrê di naverokê de", ku weke derbeyekê li mafên dîjîtal tê dîtin di welatekî kevneparêz de.

Li Pakistana ku piraniya xelkê wê misilman in, kufir mijarek hestîyar e û platformên medya civakî yên mezin weke Facebook û YouTube berê hatibûn qedexekirin ji ber weşandina naverokên ku wek kufir dihatin dîtin.

Malahat Obaid, peyvdarê Rêveberiya peywendiyên telefonî ya Pakîstanê (PTA), roja Şemiyê got ku encyclopedia roja Înê li seranserê welêt hate astengkirin "piştî ku nekarî bersivê bide nameyên me yên dubare li ser rakirina naverokên kufrê".

PTA di destpêka hefteyê de 48 demjimêr dabûn Wîkîpediya da ku wan babetan rake, bêyî eşkerekirina nerazîbûnên xwe yên rast.

Obaid got, "Wan hin ji wan babetan rakirin lê ne hemî, "Dê blokirin bimîne heya ku ew wan hemî babetên redkirî rakin."

Nûçegihanê AFP li Pakistanê roja Şemiyê nekarî bi riya telefonê malperê veke.

Wikimedia, sindoqa bêqazanc ya ku Wikipediyayê birêve dibe, got ku ev blokirin rê li ber pêncemîn neteweya herî mezina cîhanê digire ku bigihîje mezintirîn embara zanyarîyên bê beramber.

Wê di daxuyanîyekê de got, "eger ev yek berdewam bike, dê her kes ji zanîn, dîrok û çanda Pakistanê jî bêpar bibe."

Pakistanê ji sala 2012 heta 2016 YouTube blok kir piştî ku fîlmek li ser Pêxember Muhammed belav kir û bû sedema xwepêşandanên tund li seranserê cîhana misilman.

Di van salên dawî de, welat di heman demê de ji ber naverokên "bêrûmet" û "bêrewişt" TikTok jî çend caran blok kiriye.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG