Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Pakistanê 25 Kes di Rûdaneke Trafîkê de Têne Kuştin


Wêneya Rûdaneke kevin li Pakistanê
Wêneya Rûdaneke kevin li Pakistanê

Polîsê Pakistanê got di encama teqlebûna basekê de, li ser riyeke çiyayî ya bakurê rojavayê welêt, 25 kesan jiyana xwe ji dest da û 20 kes birîndar bûn.

Efserê polîsê xwecihî Abdul Wekîl got rûdan li navçeya Chilas bû û basa ku bi dehan sernişîn tê de bûn ji Skardu diçû bajarê Rawalpindî.

Wekîl got hewlên rizgarkirinê rastî dijwariyan hatin ji ber nebûna alavên pêwîst ên rizgarkirinê li wê hermêma çiyayî ya dûr.

Rûdanên wiha li Pakistanên dibin ji ber ku gelek caran şifêr pêgiriyê bi pîvanên hatûçûyê nakin li ser wan riyên çiyayî yên asê.

Meha borî, baseke beza ji ser riyeyeke çiyayî ya balkurê rojava ket nava çemekî û di encamê de 24 sernişînan jiyana xwe ji dest da.

XS
SM
MD
LG