Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Îdiayên Wezîrê Bergirî yê Amerîka Red Dike


Leon Panetta
Leon Panetta

Pakistan îdiayên Wezîrê Bergirî yê Amerîka red dike ku ew rê dide mîlîtanan ku erda Pakistanê bikar bînin jibo pêkanîna êrîşan ser hêzên Amerîkî li Afganistana cîran.

Wezareta Derve ya Pakistanê di daxuyanîyekê de roja Şemîyê got ku Leon Panetta hin pirsgirêkên zor aloz gelekî hêsan dike.

Daxuyanîyê got, têbînîyên Panetta vê hefteyê li Kabul ne alîkar bûn bo anîna aştî û aramîyê bo herêmê.

Wezareta Derve got, Pakistan herdem gotiye ewê rê nede ku ji axa welatê wê ti êrîş dijî welatên din werin kirin.

Têkilîyên navbera Islamabad û Washington li ser çend mijaran aloz bûne, wekî girtina sînorê Pakistanê li ber hêzên NATO’yê ku bersiv bû dijî kuştina 24 leşkerên Pakistanê ji alîyê NATO’yê ve.

XS
SM
MD
LG