Serokwezîrê Pakistanê Omran Xan roja Înê li Neteweyên yekgirtî Hindistan bi”belavkirina terorê” tawanbar kir ku bû cihê riyaksyoneke bihêz ji aliyê şanda Hindistanê ve.
Di gotara xwe ya li komeleya giştî ya NY de, Omran Xan got ku serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî dixwaze” Misilmanên Hindistanê tune bike.”
Wî di gotara xwe ya ku bi riya vîdyo hatibû belavkirin de got ku “xerabtirîn formên Îslamofobya niha li Hindistanê ne.” ku li dijî nêzîkî 200 milyon misilmanên wî welatî dibin.
Tê zanîn ku doza Keşmîrê li çiyayên Hêmalaya, ji mijarên nakok e di navbera herdu welatan de.
Sekretera yekem di şanda Hindistanê ya NY de Snîha Dobî bersiva Xan da û got ku Pakistan Osama Bin Ladin li ba xwe veşartibû.
Wê her wiha behsa tudûtûjiya ku li dijî kêmnetewên Pakistanê dibe kir û bal kişand ser”qirkirina ayînî û çandî” ya ku sala 1971ê bû, dema Bengladişê serxwebûna xwe wergirt.
Modî jî, di hevdîtina xwe ya li gel Biden de, xemên xwe li dor rola ku Pakistan li Afghanistanê dilîze, der birîn.
Jêdert: AFP