Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Pakistanê bo Doseya Îranê Serdana Si'ûdî û Qeter û Tirkîyê Dike

Serokwezîrê Pakistanê Mihemed Şehbaz Şerîf
Serokwezîrê Pakistanê Mihemed Şehbaz Şerîf

Ajansa Reutersê ragihand ku serokwezîrê Pakistanê Mihemed Şehbaz Şerîf îro Çarşemê ji bo sê roj serdanên fermî yên Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkîyê ji Pakistanê derket.

Di demekê de ku tê çaverêkirin şandeyên Amerîkî û Îranî ji bo hevdîtinên din ên ji bo bidawîkirina şer vegerin Pakistanê, cîgirê serokê Amerîkayê JD Vance, ku serkêşiya danûstandinên ku Yekşemê li Îslamabadê bê encam bi dawî bûn dikir, got ku ew li ser rewşa niha û vê rêveçûnê erênî hest dike.

Li gor Reutersê, çavkanîyeke dîplomatîk a Tirkîyê gotiye ku wezîrên derve yên Tirkîye, Pakistan, Erebistana Siûdî û Misrê dê dawîya hefteyê li qeraxên forumeke dîplomasîyê li parêzgeha Antalyayê ya başûrê Tirkîyê bicivin da ku piştrast bikin ku hevdîtin berdewam bin. Şerîf jî dê beşdar bibe.

Di vê serdanê de, Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve Mihemed Îshaq Dar, Wezîrê Ragihandin û Weşanê Attaullah Tarar û Alîkarê Taybet ê Serokwezîr Seyid Tariq Fatemî jî cih digirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG