Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên Pakistanê dibêjin Du Êrîşên Çekdaran 10 Serbaz Kuştin


Leşkerên Pakistanê got 10 serebaz di du êrîşên çekdarana de hatin kuştin li bakur û başûrê rojavayê welêt.

Leşkeran gor herdu êrîş jî roja Şemiyê bûn. Êrîşa yekem komek nobedar li nêzîkî bingeheke ewlekariyê kirin armanc li herêma Gurbaz a Bakurê Wezîristanê.

Ew dibêjin gullebaran ji aliyê sşnorê Afghanistanê hat û şer serbaz kuştin.

Êrîşa duyem di dema operasyoneke vekolînê de bû û 4 serbaz hatin kuştin li nêzîkî Turbat a başûrê rojavayê parêzgeha Baluşistanê.

Talîbana Pakistanê berpirsiyariya êrîşa bakurê Wezîristanê da ser milê xwe.

Kesekî berpirsiyariya êrîşa Baluşistanê ranegihandiye.

Parêzgeha Baluşistanê rastî asteke nizim a şerê çekdarî dibe ji aliyê cudaxwazên Baluş ve. Çekdarên Îslamî jî li wir hene.

XS
SM
MD
LG