Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Teqînan de li Pakistanê Herê Kêm 7 Kes Mirin

Arşîv: Êrîşên terorîstî li Pakistanê
Arşîv: Êrîşên terorîstî li Pakistanê

Polîsên Pakistanê ragihand ku îro Şemîyê du teqînên bombeyî yên ser rêyan de li bakurê rojavayê welêt pêk hatin û di encamê de herî kêm heft kes mirin û sê kesên din jî birîndar bûn.

Reuters ragihand ku hîn ti rêxistinan berpirsiyarîya êrîşan negirtîye ser xwe û rayedar û hêzên ewlekarîya Pakistanê derbarê bûyerê vekolîn dane destpêkirin û li pey sûcdaran lêgerînan encam didin.

Ajan AP jî ji zarê efserê polîs ê payebilind Yasir Afrîdî ragihand ku teqîna yekem otombîlek li navçeya Bannu ya parêzgeha Xeyber Pakhtunkhwa armanc girtiye û teqîna duyemîn jî dema ku tîmên rizgarkirinê ber bi cihê bûyerê ve diçûn çêbûye.

Ajansa AP jî ragihand ku di teqîna yekem de pênc kes û di ya duyem de du kes mirine. Afrîdî got ku sê kesên din jî birîndar bûne.

Reuters da zanîn ku wan têkilî bi rêveberîya herêmê û komîsarê ewlekarîyê yê danîye, lê kesê ji wan demûdest bersiva daxwazên Reutersê yên ji bo şîroveyê neda.

Serokê Pakistanê Asif Elî Zerdarî teqîn bi tundî şermezar kir, xemgînîya xwe ya kûr ji bo qurbanîyan ragihand û daxwaza şifayê ji birîndaran re xwest.

Di peyamekê de wî hişyarî da "alîyên navxweyî û biyanî yên ku piştgirîya lojîstîkî û darayî didin terorîzmê." Wî got ku divê her alî hişyar be ku penagehên ewle, piştgirîya lojîstîkî û alîkarîya darayî ji terorîstan re peyda nekin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG