Breaking News

Pakîstan û Amerîka dê Operasyonên Hevbeş Pêk Bînin

Pakîstan û Amerîka dê Operasyonên Hevbeş Pêk Bînin
Pakîstan û Amerîka dê Operasyonên Hevbeş Pêk Bînin

Wezareta Derve ya Pakîstanê dibêje, Pakîstan û Amerîka wê operasyonên hevbeş pêk bînin û di operasyonên dijî mîlîtanan de agahdarîyên îstîxbaratî parve bikin.

Daxuyanî îro Pêncşemê, wekî nîşaneya baştirkirina têkîlîyên her du alîyan tê dîtin ku piştî operasyona kuştina Osama Bîn Ladîn li Pakîstanê xirabtir bibû.

Rêberên Pakîstanî bi operasyona yekalî ya Amerîka hers bibûn. Hîn karbidestên Amerîkî jî pirsan dikirin rêberê El Qaydê çawa bêyî ku were girtin li Pakîstanê maye.

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton, hefteya çûyî bi serêdaneke neçaverîkirî çûbû Pakîstanê û ligel rêberên sîvîl û leşkerî hevdîtînan pêk anîbûn. Xanim Clinton, bi karbidestên Pakîstanî re derbarê kiryarên grubên terorîstî û operasyona dijî Bîn Ladîn axifîbû.

XS
SM
MD
LG