Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pakistan Mêvandarîya Danûstandinên Amerîka û Îranê Pêşniyar Dike

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf.
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf.

Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf îro Sêşemê pêşniyar kir ku mêvandarîya danûstandinên Amerîka û Îranê bike, bi mebesta peydakirina çareserîyekê bo şerê berdewam di navbera herdu alîyan de.

Şerîf ser platforma X’ê got "Pakistan pêşwazî li hewldanên berdewam dike ji bo diyaloga bo bidawîkirina şerê li Rojhilata Navîn, ji bo aştî û aramîya li herêmê û derveyî wê."

"Bi şertê ku Amerîka û Îran razî bibin, Pakistan amade û serbilind e ku bibe mêvandar ji bo hêsankirina danûstandinên watedar û biryarder ji bo çareserîyek berfireh a nakokîya berdewam," Serokwezîrê Pakistanê got.

Serokê Amerîkayê Donald Trump paşê posta Şerîf li ser platforma Truth Social parve kir, bêyî ku ti şîroveyan derbarê vê pêşniyarê bide.

Rojek berê, Trump ragihand ku Amerîka gotûbêjan ligel wan kesan dike ewên ku "xuya ye Îranê birêve dibin" li ser rêkeftinekê ji bo bidawîkirina tevgerên xerab ên Îranê beramber bidawîkirina operasyonên Amerîka û Îsraîlê.

Operasyonên leşkerî yên Amerîka û Îsraîlê ji 28'ê Sibatê ve berdewam dikin. Hêzên Amerîka û Îsraîlê îro Sêşemê jî operasyon li dijî hêzên rejîma Îranê pêk anîn.

XS
SM
MD
LG