Ajansa Reuters’ê ji ser zarê 3 çavkanîyan li Pakistanê ragihand ku Fermandarê Artêşa wî welatî Asim Munîr hefteya borî, çend rojan berî serdana xwe ya Tehranê, bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re axiviye.
Çavkanîyan gotiye ku daxwaza sereke ya Amerîkayê ew bûye ku Pakistan bandora xwe bikar bîne da ku Tehranê vegerîne ser maseya danûstandinan.
Trump hefteya borî gef li her welatekî xwar ku "her cûre demara jiyanê ji Îranê re" peyda dike, wekî beşek ji hewildanên xwe yên ji bo îzolekirina Komara Îslamî ya Îranê. Ji alîyê xwe ve Îranê jî gef xwariye ku dê hemî hinardeyên petrolê ji Kendavê rawestîne.
Artêşa Pakistanê got ku Munîr roja Duşemê bi Wezîrê navxweyî yê Pakistanê Muhsin Neqwî re gihîştiye Tehranê, û got ku ev serdan "beşek e ji hewildanên Pakistanê ji bo pêşxistina aştî û aramîya herêmê."
Pakistan, ku îsal roleke navbeynkarîyê ya girîng di navbera Amerîka û Îranê de lîstiye, di tevahîya Şerê Îran û Îraqê de hevpareke bazirganî ya sereke ya Îranê bû.
Çavkanîyekê Pakistanî gotiye ku tê pêşbînîkirin ku Munîr îro bi kesên nêzîkî Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Mujteba Xameneyî re bicive.
Çavkaniyek sêyemîn a Pakistanî, li ser Amerîka û Îranê gotiye ku, "Li herdu alîyan jî pirsgirêkeke bawerîyê heye û armanca Munir îro kêmkirina nebawerîya hevbeş e.